Daraza Kanada peymana penaberan a bi DYE'yê re betal kir

Daraza Kanada peymaneke bi DYE'yê re ku ji salên 2000'î û vir ve sazkar e û serlêdana penaberan zehmet dike, betal kir.

Peymana ku di navbeyna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Kanada de, ku 2004'an hatibû îmzekirin û îltîcakirina penaberan a welatê ku çûye lê zehmet dike, ji hêla Dadgeha Federal a Kanadayê ve hate betalkirin.

Dadgehê biryar li ser da ku peyman dijî Şertê Mafan û Azadiyan a Kanadayê ye, bal kişande ser ku her mirov xwedî jiyan, azadî û ewlehiyê ye.

Di biryara dadgehê de her wiha hate gotin, biryara betalkirina peymanê 6 mehan wê domdar be, bi vî rengî dem hate veqetandin ku li gorî tespîtên dadgehê parlamento biryarê bide.