Danûstandinên li ser Brexîtê dest pê dikin

Danûstanên li ser Brexîtê, ku pêvajoya veqetîna Îngilîstanê ji Yekîtiya Ewropayê ye, vê Duşemê li Brukselê dest pê dikin.

Danûstandin divê di Adara 2019'an de biqedin. Her du alî wê di van danûstandinan de hewl bidin li ser hin mijzarên zehmet li hev bikin. Hikumeta Îngilîz, roja 29'ê Adarê ji Yekîtiya Ewropayê re nameyek nivîsandibû û pêvajoya veqetînê dabû destpêkirin.

Di danûstandinên Brexîtê de wê Îngilîstan ji aliyê Wezîrê Brexîtê Davîd Davîs û Yekîtiya Ewropa jî ji aliyê Sermuzakerevanê Fransayî Mîchel Barnîer ve werin temsîlkirin.

Di destpêka meha Hezîranê de li Îngilîstanê hilbijartin hate kirin û ji hingî ve hikumeta nû nehatiye avakirin. Ev rewş, wê bibe pirsgirêka destpêkê.

Danûstandin wê bi sê qonaxan bên kirin. Yekîtiya Ewropa van her sê qonaxan bi van sernavan pênase dike: "vekişîn", "siberoja têkiliyan" û "serdema derbasbûnê".

Hikumeta Îngilîz îdîa dike, ku her du pêvajoyên destpêkê dikarin bi hev re bimeşin. Li ber danûstandinan, mijarên zehmet hene.

Aliyê malî yê derketina Îngilîstanê ji nava Yekîtiya Ewropayê, rewşa Îngilîzên li Yekîtiya Ewropayê dijîn, rewşa welatiyên Yekîtiya Ewropayê yên li Îngilîstanê dijîn, çend ji van sernavan e.