Danîmarkayên hêzên xwe yên li Iraqê vekişand

Danîmarka ya endamê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, hêzên xwe yên taybet ji Iraqê vekişand.

Wezîrê Karê Derve yê Danîmarkayê Anders Samûelsen got: “Em di pêvajoyekê de ne ku hêzên xwe yên taybet vekişînin.”

Samûelsen, anî ziman ku êdî çeteyên DAIŞ’ê nikarin li Iraqê herêmeke berfire bixin di bin kontrola xwe de.

Danîmarka ji sala 2016’an û vir ve li Iraqê bi dehan kes ve leşkerên wan hene. Parlementoya Danîmarkayê biryara ku dikirin 60 leşkeran bişînin dabû. Ev hêz wê perwerde, di qadên şêwirmendî, sîxûrî û êrîşên hewayî de destekê bidin.

Wezîrê Parastinê yê Danîmarkayê Claûs Hjort Frederîksen diyar kir ku êdî hêzên Iraqê bûne ‘Otonam’ û çeteyên DAIŞ’ê ji hemû herêmên dagirkiribûn hatine derxistin.