DAÎŞ’ê li Kabîlê qetlîam kir: 22 kes mirin

Di êrîşa li ser zanîngeheke ya li paytexta Efganistan Kabîlê de bi kêmanî 22 kes mirin. Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş li xwe girt.

Bi bombeyeke zindî li zanîgeha Kabîlê êrîşek pêk hat û piştre jî 2 sekvan xwendekar kirin hedef.

Li zanîngahe herî mezin a welat di navbera hêzên ewlekarî û êrîşaran de bi saetan şer qewimî.

Li gorî çavkaniyên Wezareta Karê Hundir, 3 êrîşkar bûn. Kesekê bombeya li ser xwe teqand, 2 yên din jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.

Di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê li xwe girt de, xwendekar jî di nav de bi kêmanî 22 kes mirin, 22 jî birîndar bûn.

Serokkomar Eşref Ganî, ragihand ku wê tola xwendekarên bê guneh hilînin. Ganî got: “Wê ev êrîş bê bersiv nemîne, bersiva vê wê bê dayîn.”

Di êrîşa bombeyî hefteya borî ya li dijî navendeke perwerdehiyê ya dikeve rojavayê Kabîlê de piranî xwendekar 24 kes miribûn, vê qetlîamê jî DAÎŞ’ê li xwe girtibû.

Sala 2018’an jî çeteyên DAÎŞ’ê li zanîngeha Kabîlê êrîşek întixarî pêk anîbû, 12 kes miribûn.