DAÎŞ'ê li Afganîstanê êrîş bir ser dibistanekê: 3 kes mirin
Li Afganîstanê ji ber êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser dibistanekê 3 kes mirin.
Li Afganîstanê ji ber êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser dibistanekê 3 kes mirin.
DAÎŞ'ê li bajarê Nangarhar ê Afganîstanê êrîş bir ser dibistaneke ku xwendekarên wê tenê mêr in. Çeteyên DAÎŞ'ê dibistan şewitandin û serê sê kesan jê kirin.
Rayedarên Afgan gotin, beşa îdarî û pirtûkxaneya dibistanê ji ber êrîşê bi temamî şewitîne.
Rayedarên xwecihî jî diyar kirin ku êrîşên DAÎŞ'ê yên li herêmê di dema dawî de zêde bûne.