DAÎŞ'ê êrîşa li Parîsê li xwe girt

Li paytexta Fransa Parîsê, kesekî bi kêrê êrîşî mirovên li derdora xwe kiribû û ji ber vê êrîşê kesek miribû, gelek mirov jî birîndar bûbûn. Tê gotin ku êrîşkar di dema êrîşê de kire qîrîn û got, "Allahû Ekber".

Êrîş li nêzî meydana Opera ya li taxa duyemîn a Parîsê bû. Şahidan gotin, êrîşkar bi kêrê êrîş bir ser 8 kesan. Êrîşkarê ku kire qîrîn û gote "Allahû Ekber" neh deqe piştî êrîşê ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Ji ber êrîşa bi kêrê kesekî jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bû. Tê gotin, rewşa tenduristiyê ya du ji birîndaran giran e.

Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş li xwe girtin. Çeteyên DAÎŞ'ê daxuyaniyek weşandin û gotin ku êrîş bersivek li dijî dewletên koalîsyona navneteweyî ye. Dozgeriya antî terorê ya Parîsê dest bi lêpirsîna êrîşê kir.

Van salên dawî li Fransayê gelek caran êrîş bûn. Herî dawî 23'ê Adarê li Trebes û Carcassonneyê gelek êrîşên giran bûn. Ji sala 2015'an û vi ve li Fransayê 245 kes ji ber êrîşan mirin.