Cûntayên Malî, Nîjer û Bûrkîna Faso tifaq çêkirin

Sê welatên li rojavayê Efrîkayê ku bi cûntayên leşkerî têne birêvebirin, peymanên parastinê îmze kirin. Malî û Bûrkîna Faso beriya niha ragihandibû ku eger êrîşek lê bê kirin ew ê li gel Nîjerê bin.

Cûntayên leşkerî yên Malî, Nîjer û Bûrkîna Faso roja Şemiyê peymaneke ewlekariyê îmze kirin û ragihandin ku eger raperînek çêbibe, yan jî êrîşek ji derve bê kirin ew ê alîkariyê bi hev re bikin.

Lîderê cûnta Malî Assîmî Goîta daxuyaniyek da û anî ziman ku bi Peymana Lîptako-Goûrma re ya ku hersû welatan mohra xwe danîn binî, Tifaqa Dewletên Sahelê (AES) hatiye avakirin.

Piştî darbeya dawî ya li Nîjerê, Civaka Aborî ya Dewletên Rojavayê Efrîkayê (ECOWAS) ku blokeke herêmî ye, ji bo jinûve danîna rêveberiya destûra bingehîn a li welêt gefa bikaranîna hêzê xwaribû. Malî û Bûrkîna Faso beriya niha soz dabûn ku eger êrîşek li ser Nîjerê bê kirin ew ê li gel Nîjerê tevbigerin.

Wezîrê Parastinê yê Malî Abdoûlaye Dîop daxuyaniyek da rojnamevanan û got, "Ev tifaq wê bibe kombînasyonek hewldanên aborî û leşkerî yên navbera hersê welatan." Her wiha diyar kir ku karê wan ê sereke wê têkoşîna li dijî Îslamîstên tundrew be.

Di metna peymanê de hate gotin, "Eger êrîşek li ser serwerî û yekparebûna xaka welatek an jî welatên endamên peymanê bê kirin, aliyê din wê vê êrîşê li dijî xwe bibînin."

Hersê welat endamên Tifaqa Sahel G5 bûn ku tifaq ji bo têkoşîna li dijî komên Îslamîst ên li herêmê li gel Çad û Morîtanya bi piştgiriya Fransayê di sala 2017'an de hatibû avakirin. Têkiliya Fransayê ya bi van hersê welatan re piştî darbeyê xerabû bû."