Covîd-19: Johnson rakirin nexweşxaneyê

Serokwezîrê Îngilistanê Borrîs Johnson ku testa wî ya vîrûsa koronayê pozîtîf derket, rakirin nexweşxaneyê.

Serokwezîrê Îngilistanê Borrîs Johnson ku beriya niha bi demekê testa wî ya vîrûsa koronayê pozîtîf derket, li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Di daxuyaniya Serokwezaretiyê de hate gotin, "Ev yek tevdîreke e, ji xwe ji dema ku test pozîtîf derketiye û vir ve semptomên li Serokwezîr 10 roj in dewam dikin."

Li Qraliyeta Yekbûyî di nava 24 saetên dawî de 621 kesî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara giştî ya qurbaniyan gihîşt 4 hezar û 934 kesî.