Covîd-19 gefê li 20 milyon karkerên li Efrîkayê dixwe

Li gorî Çîn, başûrê Ewropayê û DYE'yê, pandemiya Covîd-19 vê gavê bandoreke giran li Efrîkayê nekiriye. Lê belê encamên giran ên aboriyê ji ber pandemiyê li Efrîkayê rû didin.

Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Efrîkayê, pandemiya vîrûsa koronayê ya nû dibe ku bibe sedem ku 20 milyon mirov bê kar bimînin, yan jî deynekî giran rû bide.

Eger rewşa heyî bidome wê li sektorên fermî û nefermî yên li parzemîna Efrîkayê dawî li 20 milyon karî bê. Li gorî daxuyaniyê, welatên ku aboriya wan bi giranî li ser tûrîzm û petrolê ne, di nava rîskeke mezin de ne.

Di lêkolînê de ya ji 35 rûpelan pêk tê, du senaryo derdikevin pêş. Li gorî senaryoyekê ku rasteqîn tê dîtin, pandemî wê heta meha Tîrmehê bidome û zêde bandorê li Efrîkayê neke. Li gorî senaryoya reşbîn jî pandemî wê heta Tebaxê bidome û bandorê li parzemînê bike.

Bi her du rengî jî be wê bandoreke neyînî li mezinbûna aborî ya Efrîkayê bike. Li gorî senaryoyekê bi rêjeya 0.8 li gorî senaryoyekê jî bi rêjeya 1.1 ji sedî wê aboriya parzemînê kêm bibe.

Heta roja Duşemê li 51 welatên Efrîkayê 9 hezar û 198 nexweşên bi vîrûsa koronayê hate tespîtkirin û 414 ji wan jiyana xwe ji dest dan.