Costa yê sosyalîst wê li Portekîzê hikumetê ava bike

Serokwezîr Antonîo Costa ku di hilbijartinên giştî yên Yekşemê de bi ser ket, ji bo avakirina hikumetê hate wezîfedarkirin.

Costa ku di sala 2015'an de bû serokwezîr, di dema wezîfeya xwe de berevajî daxwaza Yekîtiya Ewropayê û saziyên krediyê yên navneteweyî polîtîkaya teserûfê nemeşand, di hilbijartinên Yekşemê de bi ser ket.

Serokwezîr Marcelo Rebelo de Soûsa ji bo avakirina hikumetê lîderê Partiya Sosyalîst (PS) Antonîo Costa wezîfedar kir. Costa piştî hevdîtina bi De Soûsa re diyar kir ku pirsgirêka herî girîng a Portekîzê aramî ye. Costa destnîşan kir ku ev yek daxwaza herî girîng a gelê Portekîzê ye û bal kişand ser girîngiya pêşvebirina welatê xwe.

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinê PS'ê rêjeya dengê xwe bi 4.3 pûanan zêde kir û gihîşt 36.7 ji sedî, bi vî rengî li parlamenta ku 230 endamên xwe hene hejmara kursiyên xwe ji 86'an gihîşt 106'an. Partiya Sosyal Demokrat (PSD) ku partiyeke rastgiriya navendî ye û ya mûxalefetê ye bi rêjeya 27.9 ji sedî yê dengan 77 kursî li parlamentê wergirt.

Ji Bloka Çep an jî Tifaqa Kesk-Komunîst yek ji wan piştevaniya Costa bike wê hikumet li parlamentê bibe xwedî piraniya endaman. Ji bo piraniya li parlamentê jî pêwîstî herî kêm bi 116 kursiyan heye.