Civîna Bilind a G20'an a kapîtalîzmê li Hambûrgê pêk tê
Lîderên G20'an di 7 û 8'ê Tîrmehê de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê li hev dicivin.
Lîderên G20'an di 7 û 8'ê Tîrmehê de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê li hev dicivin.
Elmanya serokatiyê ji civîna bilind re dike. Lîderên G20'an wê mijarên; aborî, fînans, avhewa, bazirganî, kar û polîtîkaya pêşveçûnê binirxînin.
Pêla koçberî û penaberiyê û têkoşîna li dijî terorê jî di asta glogal de mijarên girîng tên dîtin. Yekîtiya Ewropa wê di civîna bilind de ji aliyê Serokê Konseya Ewropayê û Serokê Komîsyona Ewropayê ve were temsîlkirin.
Koma G20'an ji 19 welat û Yekîtiya Ewropayê pêk tê. Piştî krîzên malî yên 1990'î, di sala 1999'an de ava bû.
Koma G20'an 85 ji sedî bazirganiya cîhanê, du ji sê parên nifûsa cîhanê û 90 ji sedî yê hilberîna brut a cîhanê temsîl dike.
ÇAV LI RÊ YE KU ZÊDEYÎ 150 HEZAR KES PROTESTO BIKIN
Balkêş e ev civîna bilind a kapîtalîzmê, li bajarekî ku fikrê antî kapîtalîst û alternatîf lê xurt e, tê lidarxistin.
Ji bo ewlekariya lîderên ku li şûna çareseriyê rê li ber neçareseriyê vedikin, wê ji 15 hezar heta 20 hezar polîsî wezîfeyê bikin.
Navenda bajêr ji bo G20'an veguheriye kelehekê. Hin herêm wê li trafîkê were girtin. Ev yek wê bandorê li şêniyên Hambûrgê bike.
Tevî vê dorpêçiya polîsan jî, tê payin ku xwepêşandanên mezin werin lidarxistin. Organîzator plan dikin, 150 hezar kesî li hev bicivînin.
Wê civîna bilind a alternatîf were lidarxistin. Di nava organîzasyona civîna alternatîf de Kurd jî hene. Rojeva bingehîn a vê civîna bilind a alternatîf, Şoreşa Rojava û modela alternatîf e.
LI GELEMPERIYA WELÊT ÇALAKIYÊN SABOTAJÊ YÊN LI HEMBERÎ TRENAN
Di vê navberê de, beriya civîna bilind, li gelek deverên Elmanyayê li hemberî trenan çalakî hatin lidarxistin.
Ji ber şewat û çalakiyên sabotajê, xisar li rêya trenê bû.
Komeke ku navê "Shutdown G20" li xwe kiriye, ev çalakî li xwe girt. Di nava vê komê de tevgerên çep ên radîkal hene.
Di sala 2011'an de jî li hemberî hebûna leşkerên Elman ên li Afganîstanê çalakiyên bi heman rengî hatibûn lidarxistin.