Cîhaza qeydkirina seferê ya balafira li Kubayê ket, hate dîtin

Balafira rêwiyan a bi tîpa Boeing 737 ku ji payteta Kuba Havanayê rabû û berê xwe da abjarê Holguinê, demeke kin piştî rabûnê kete xwarê.

Di balafirê de ku ya Rêyên Hewayî ya Cuba de Aviacion bû, 113 kes hebûn. Hate ragihandin ku tenê 3 ji 113 kesî rizgar bûne. Hate gotin, yek ji cîhazên qeydkirina sefera balafirê hatiye dîtin.

Li gorî nûçeya malpera nûçeyan Cudadebate, balafira ku 104 rêwî û 9 personel tê de bûn, ji bo ji Havana biçe bajarê Holguinê, ji Balafirgeha Navneteweyî ya Jose Marti rabû, lê piştî demeke kin kete xwarê. Malperê diyar kir ku yek ji cîhazên qeydkirina sefera balafirê hatiye dîtin.

lLi gorî nûçeyê, Wezîrê Ragihandinê Adel Yzquierd da xuyakirin ku xisar li cîhaza qeydkirinê nebûye û ew hêvîdar in ku cîhaza duyemîn jî bibînin.

Rojnameya fermî ya Kubayê Granma jî ragihandibû ku ji 113 kesên di balafirê de tenê 3 kes bi saxî filitîne.

Li bajarê Atemisa yê Kubayê par balafireke leşkerî ketibû xwarê û 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Sala 2010'an jî balafireke rêwiyan a sefera Santiago-Havana dikir ketibû xwarê û 68 kes miribûn.