CIA'yê di mijara kuştina Kaşikçi de encameke çawa bi dest xist?

Washîngton Postê îdîa kir ku CIA gihîştiye wê encamê ku Cemal Kaşikçi bi fermana prensê velîahtê Mûhammed Bîn Salman hatiye kuştin. Rêveberiya Washîngtonê ragihand, hîn encamek bi dest nexistine.

Wezareta Karên Derve ya DYA'yê diyar kir ku di mijara berpirsyarên kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi de DYA hîn encamek bi dest nexistiye.

Berdevka wezaretê Heather Naûert got, "Agahiyên dawî ku dibêjin, hikumeta Amerîkayê gihîştiye encama dawî, rast nînin." Naûert bi dewamî got, "Di mijara kuştina Birêz Kaşikçi de hîn gelek pirs bê bersiv in."

Washîngton Postê di nûçeya xwe de ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên anonîm îdîa kir, fermana kuştina Kaşikçi ji aliyê Mûhammed Bîn Salman ve hatiye dayin. 

Serokê DYA'yê Donald Trûmp da xuyakirin ku haya wî ji encamên CIA'yê nîne, lê wê bi Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo re biaxive.

Trûmp diyar kir, jê re hatiye gotin ku Salman di cînayetê de nîne.

Kaşikçi roja 2'ê Cotmehê ketibû Konsolosxaneya Siûdî ya li Tirkiyeyê û piştre jê derneketibû. Hem rejîma Tirk, hem jî ya Riyadê piştrast kirin ku Kaşikçi hatiye kuştin. Rejîma AKP'ê bi rêya vê cînayetê zextê li Riyadê dike. Cînayet bû mijara bazariyên nû di navbera tifaq û dijberên Erebîstana Siûdî.