Ceza li şîrketa berê ya Tîllerson hate birîn

Nîqaşên li ser 'têkiliyên veşartî' yên rêveberiya DYA bi Rûsyayê re dewam dikin. Bi hinceta ku danekirinên li ser Rûsyayê pûç kiriye, ceza li şîrketa ExxonMobîl hate birîn ku Wezîrê Karên Derve Rex Tîllerson rêveberê wê bû.

Bi hinceta ku tevlî şerê navxweyî yê Ûkraynayê bûye, sala 2014'an hin danekirin li ser Rûsyayê hatin ferzkirin. Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand, ku şîrketa petrolê ExxonMobîl bi sedema ku li gorî van danekirinan tevnegeriya ye, 2 mîlyon dolar cezayê pere lê hatiye birîn.

Li gorî agahiyan, du şîrketên jêrîn ên ExxonMobîlê, Gulana 2014'an tevî danekirinên aboriyê yên li ser Rûsyayê hatin ferzkirin jî bi şîrketa petrol û gazê ya Rûs Rosneftê re peyman mohr kirine û ceza jî ji ber vê yekê lê hatiye birîn.

Serkêşê wê demê yê Rosneftê Îgor Setçîn bû. Biryar hatibû dayin ku hemû mal û milkên Setçîn ên li DYA bên rawestandin û li hemû welatiyên DYA hate qedexekirin ku bi Setçîn re kar bikin.

ExxonMobîlê jî bi daxuyaniyekê ragihand, ku li gorî daxwaz û fermanên Qesra Spî û Wezareta Xezîneyê wê demê peyman hatine mohrkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, peyman wê çaxê bi Rosneft a ku danekirinan bandor lê nedikir hatiye kirin û Îgor Setçîn jî tenê rêveberekî şîrketê bû.

Rêveberê wê demê yê ExxonMobîlê jî Wezîrê Karên Derve yê niha yê DYA Rex Tîllerson bû.