Cenazeyê 20 koçberan hate dîtin

Li derdora FAS’ê cenazeyê 20 koçberan hatin dîtin ên ku di avê de xenîqîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn.

Li derdora FAS’ê cenazeyê 20 koçberan hate dîtin ên ku di avê de xeniqîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Rayedarên Spanyayê ragihandin ku li peravên FAS’ê cenazeyê koçberan dîtine. Heya niha hejmara koçberên ku jiyana xwe ji dest dane, nehatiye zelalkirin.

Berpirsa Beşa Ragihandinê ya Hikumeta Herêmî ya Melîllayê, Îrene Flores ji Asoscîated Pressê re axivî û diyar kir ku wan cesedekî kesekî ji Afrîkayê dîtine. Flores diyar kir ku duh gelek cenaze hebûn, lê cenaze ji aliyê keştiyên petrolê yên FAS’ê ve hatine rizgarkirin.

Li gorî medyaya Spanyayê cenazeyê 20 koçberan hatiye dîtin.