Bûlgaristan: Neheqî li me hate kirin

Devera ku febrîqeya nû ya Volkswagenê lê bê avakirin êdî diyar dibe. Di encama bazara ku bi desthilatdariya Erdogan re hate kirin, tê payin ku şîrketa Elman ji bo avakirina febrîqeyê Tirkiyeyê tercîh bike. Bûlgaristan ji ber vê yekê matmayî û nerazî ye.

Demeke tê nîqaşkirin ku şîrketa Elman Volkswagen (VW) modelên xwe yên Passat, Skoda û Seat li ku biafirîne, febrîqeya wan li kîjan deverê ava bike. Li pêşiya VW alternatîfên Bûlgaristan û Tirkiye hebûn. Lê belê piştî ku rejîma Enqereyê temînat da VW ku ji bo febrîqeya nû amade ye bersivê bide hemû daxwazan, rewş guherî.

Tê payin ku şîrketa Elman guh nede hiqûqê û mafên mirovan, ji bo hêza karkeriyê ya erzan a li Tirkiyeyê û sozên Serokkomarê Tirk Erdogan Tirkiyeyê tercîh bike. Tevî ku rayedarên şîrketê dibêjin ku bi Tirkiyeyê re hîn peyman bi temamî nehatiye amadekirin, rojnameya Tîcaret Sîcîl a li Tirkiyeyê tê weşandin beriya çend rojan ragihand ku li Manîsayê Volkswagen Turkey Otomotiv Sanayî ve Tîcaret A.Ş hatiye avakirin.

Serokwezîrê berê yê Bûlgaristanê Rossen Plewnelîew nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Bi Tirkiyeyê re di nava şert û mercên newekhev de me li ber xwe dan." Plewnelîew ku di heman demê de serokê rûmetê yê yekîtiya wesayitkaran e, diyar kir ku li gorî qanûnên Yekîtiya Ewropayê gelek kêmasiyên Tirkiyeyê hene û got, "Tevî vê yekê tercîhkirina Tirkiyeyê cihê fikarane."