Bûlgaristan: Bila Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere

Wezîra Karê Derve ya Bûlgaristanê Ekaterîna Zaharîeva bang li Tirkiyeyê kir ku bila li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Wezîra Karê Derve ya Bûlgaristanê Ekaterîna Zaharîeva ya ku çû serdana Atînayê tevî Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Nîkos Dendîas civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de got ku, “Zêdebûna aloziya li rojhilatê Behra Spî ji bo Yekîtiya Ewropayê xetereyeke mezin e.

Ji ber xebatên îllegal ên dewleta Tirk ku ji 21’ê Tîrmehê û vir ve li rojhilatê Behra Spî dike li wê derê alozî didome.Dewleta Tirk keştiyên şer û keştiya lêgerîna petrolê şandibû dora Kastellorîzo (Kizilhîsar), ji ber vê gava Tirkiyeyê Hêzên Behrê yên Yewnanistanê jî ketibûn nav hewldanan.

Berdevkê hikumeta Yewnanistanê Stelîos Petsas diyar kir ku xebatên îllegal ên Enqereyê didome.

Wezîra Bûlgar Zaharîevayê jî got ku, “Divê hemû alozî bi rêya diyalogê were çareserkirin. Tirkiye cîranê me ye, divê têkiliyên me baş be. Lê divê Tirkiye jî li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.”

Hikumeta Bûlgar gelek endamên cemaeta Gulen radestî Tirkiyeyê kiribû. Yewnanistan jî van daxwazên îadekirinê yên Tirkiyeyê red dike.