Brîtanya keştiyeke din a şer dişîne Kendavê

Brîtanyaya Mezin ragihand, wê keştiya sêyan a şer bişînin herêma Kendavê ku ji xwe li ser sêlê ye.

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanya bi daxuyaniyekê ragihand, ku keştiya şer a bi navê HMS Kent wê ber bi herêma Kendava Basrayê ve rê bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, şandina keştiya sêyan a ber bi herêmê ve 'rûtîn' e û ti têkiliya xwe bi rageşiya zêde bûyî ya herêmê re nîne.

Li gorî çapemeniya Ingilîz keştî wê Îlonê were şandin. Tê gotin, keştî wê biçe gel keştiya din a şer a bi navê HMS Duncan.

Lê nayê zanîn bê ka HMS Kent li gel du keştiyên din ên herêmê wê bi hev re biçin dewriyê yan na. Li Kendavê, bi hinceta 'ewlehiyê' ya li Tengava Hurmuz, keştiyên şer diçin dewriyê.

Li gorî hikûmeta Ingilzî hefteya bihurî sê keştiyên şer ên Îranê, hewl dan ku bibin asteng ku tankêra petrolê ya Ingilzî ji Tengava Hurmuz derbas nebe. Piştî vê, Ingilîzan li peravên Cebelîtarik dest li ser tankêra petrolê ya Îranê danîn.