Brîtanya jî ji sozên Îranê yên li ser nukleerê bawer nake

Bi îdîaya bernameya nukleerî zextên li ser Îranê zêde dibin. Brîtanyayê îdîa kir ku li ser niyeta Tehranê ew timî bi fikar in.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû dabû xuyakirin ku bernameya nukleerê ya Îranê piştî sala 2015'an jî dewam kiriye û hê belgeyên xwe yên veşartî diparêze. Daxuyaniyeke din a piştî van gotinên Netanyahû ji Brîtanyayê hat.

Berdevkekî hikumeta Brîtanyayê destnîşan kir ku welatê wan li ser bernameya nukleerê ya Îranê ti carî saf nebûye û bal kişand ser fikarên xwe yên li ser qedandina bernameya nukleerê ya Îranê. Berdevk destnîşan kir ku gelekî girîng e Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) di vê mijarê de kontrolê bike.

Berdevkê hikumetê diyar kir ku divê bi rengekî serbixwe were tespîtkirin bê Îran li gorî peymana sala 2015'an hatiye îmzekirin tevgeriya ye yan na û bernameya xwe ya nukleerî ji bo armancên aştiyane ye yan na.

Li gorî peymana nukleerê ya ku di navbera Îran, DYA, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rûsya û Elmanyayê de sala 2015'an hate mohrkirin, Îran wê tesîsên xwe yên nukleerî ji kontrola navneteweyî veke û pêkanînên li ser Îranê jî wê werin rakirin. Lê belê Serokê nû yê DYA Donald Trump vê peymanê qebûl nake.