Brezîlya li dijî bazirganiya neqanûnî, nexşeya zêr derdixe

Polîsên Federal ên Brezîlyayê, wek perçeyekê bernameya “Oûro Alvo” ku wateya wê “zêrê ku tê armanckirin e”, dest bi derxistina nexşeya hemû curên zêran ên li welêt kir.

Polîsên federal, ji bo li dijî bazirganiya zêr a neqanûnî ya li herêma Amazonê têbikoşin, nexşeya zêr derdixin.

Kategorîzekirina zêr mimkûn e, ji ber ku her perçeyekê wê, li cihê ku derxistin taybetiyeke xwe ya kîmyewî heye.

Zêr, ji aliyê Beşê Pisporiya Jeolojiyê ya Polîsên Federal ên Brezîlyayê ve bi bikaranîna cîhazên elektronîk tê analîzkirin.

Rêveberê bernameya “Oûro Alvo” Rîcardo Moraes, destnîşan kir ku mirov dikare diyar bike ku koka zêr ji kû tê.