Boko Haram li Nîjeryayê herî kêm 110 kesên sivîl kuşt

Çeteyên Boko Haram li Nîjeryayê herî kêm 110 kes kuşt.

Koordînatorê Karê Mirovî yê Nîjeryayê yê Neteweyên Yekbûyî Edward Kallon diyar kir ku di 26’ê Mijdarê de di destê nîvro de kesên çekdar bi motorsikletê hatine û êrîşî jin û mêrên li ser erdên Koshobeyê kirine.

Hate diyarkirin ku di van êrîşan de herî kêm 110 kesên sivîl hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku ev êrîş 10 kîlometre dûrî Maîdûgûriyê pêk hatiye ya ku paytexta Bornoyêy ye.

Di Cotmehê de çeteyên Boko Haram li nêzî Maîdûgûriyê 22 cotkar jî kuştibû.

Ji sala 2009’an û vir ve li bakurê rojhilatê Nîjeryayê ji ber êrîşên çeteyên Boko Haram û şeran 36 hezar kes mirine û 2 milyon kes jî neçar mane warê xwe biterikînin.