Boko Haram li Nîjeryayê êrîş kir: 5 kes mirin, 30 jî winda ne

Boko Haram li bakurê rojhilatê Nîjeryayê êrîş bire ser navendeke ya leşkerî. Di êrîşê de 5 leşker mirin, 30 jî winda ne.

Boko Haram a girêdayî çeteyên DAÎŞ’ê ne, êrîş bire ser navendeke leşkerî ya li Mararabar Kîmba ya dikeve eyaleta Bornoyê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, çeteyên piştî ku êrîş kirin û şûnde vekişiyane. Êrîş roja Înê pêk hatibû lê bîlanço îro hatin eşkerekirin. Di êrîşê de herî kêm 5 leşker mirin, 30 jî winda ne. Artêşa Nîjeryayê bi hêvîne ku leşkerên winada bûne bibînin.

Li gorî nûçeya AFP’ê ya ku agahiyan dispêre çavkaniyên herêmî, bi 12 wesayîtên tije çek  û 3 wesayîtên zirxî êrîşî navenda leşkerî kirine. Agahiya ku hinek çete jî bi motosiklêt bûn hate parvekirin.

Hovîtiya Boko Haram ji sala 2009’an li bakurê rojhilatê Nîjeryayê destpêkiribû. Di şerê qewimî de nêzî 27 hezar mirin e. Zêdetirî 1,8 milyon kes jî hê nevegeriyane malên xwe.