Boko Haram ji meha Nîsanê ve nêzî 400 sivîl kuşt

Li gorî Rêxistina Efû ya Navneteweyî, Boko Haram a ku li Nîjeryayê derketî holê ji meha Nîsanê ve li Nîjerya û Kamerûnê 381 sivîl kuştiye.

Rêxistina Efûyê ya navneteweyî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku bi taybetî di navbera meha Gulan û Tebaxê de sivîlan li gorî çar mehên bihurî bi 4 qatî zêde bûye.

Rêxistina Efûyê diyar kir ku tenê di meha Tebaxê de 100 sivîl hatine Kuştin.

Rêxistina Efûyê texmîn dike ku hejmara rastî zêdetire û got; "Encamên hemû êrîşan nayên eşkerekirin."

Ev koma ser bi DAIŞ'ê, tevî ku li pêşberî artêşa Nîjeryayê û hêza herêmî ya li dijî wê hatiye avakirin herêmek berfireh ji dest dabe jî, hê li herêma Gola Çadê aktîf e.

Rêxistinên civaka sivîl diyar dikin ku li herêmên behsa wan tê kirin krîzekî mirovî heye û 7 mîlyon kes pirsgirêka xwarin û vexwarinê dijîn.