Boko Haram dîsa qetlîam kir: 27 kes mirin
Li gundekî herêma Dîffa ya li başûrê rojhilatê Nîjerê Boko Haram herî kêm 27 kes kuşt.
Li gundekî herêma Dîffa ya li başûrê rojhilatê Nîjerê Boko Haram herî kêm 27 kes kuşt.
Rayedarekî ji bajare Bosso yê ku gundê Tumur bi ser wê ye û qetlîam lê hatiye kirin, ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku di vê êrîşê de bi awayê fermî 27 kes hatine kuştin û gelek birîndar hene.
Gundê ku qetlîam lê hatiye kirin nêzî sînorê Nîjeryayê ye.
Rayedaran got ku, “Di navbera 800 û 1000 mal hatine şewitandin. Bazara navendî û gelek wesayît jî hatine şewitandin.”
Rayedarekî diyar kir ku ji sedî 60’ê gund hatine kuştin.