Bobelata bendavê ya li Brezîlyayê: 121 kes mirin

Li başûrê rojhilat ê Brezîlyayê, 25'ê Çileyê bendava bermahiyên madenê hilweşiya bû. Hejmara kesên ji ber bobelatê mirin bû 121. Zêdeyî 200 kes jî winda ne.

Li eyaleta Mînas Geraîsê, bendava bermahiyan a şîrketeke madenê hilweşiyabû. Heta niha 121 ceza ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve hatin dîtin. Hate ragihandin, hîn agahî ji 226 kesan nîne. Nasnameya 93 ji kesên jiyana xwe ji dest dane hate tespîtkirin.

Medya xwecihî dîmenên dema bobelatê weşand. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan, li şîrketa madenê ya Corrego do Fîjao ya koma Vale dixebitîn. Di dema bobelatê de karkeran li kantîna şîrketê xwarin dixwarin.