Blinken dest bi serdana Çînê kir
Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Antony Blinken, bi hêviya sivikkirina aloziya bi Çînê re dest bi serdana du rojan kir.
Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Antony Blinken, bi hêviya sivikkirina aloziya bi Çînê re dest bi serdana du rojan kir.
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Antony Blinken danê sibê çû paytexta Çîn Pekînê.
Blinken bi Wezîrê Karên Derve yê Çînê Qin Gang re li vîlayeke li Baxçeyên Diaoyutai yên kevnar ên Pekînê hevdîtin kir.
Her du rayedar li ser xalîçeya sor meşiyan û li ber alên her welatekî bê şîrove destên hev girtin.
Ji ber di navbera herdu welatan de alozî û nakokî hene pêşketinek mezin ji vê hevdîtinê nayê hêvîkirin. Lê belê li gorî nêrîna Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê, ji bo destpêkirina diyalogek a nermkirinê û “rêvebirina berpirsyarî ya têkiliyên Çîn-Emerîkayê” wê danûstandin dewam bikin.
Sedema nakokiya her du welatan di serî de bazirganî û girava xweser a Taywanê tê. Ji bo aramkirina aloziyan dem derbas dibe. Sala bê wê li Taywanê hilbijartineke dîrokî bê kirin. Tevî ku DYE’yê Taywanê ji bo xwe stratejîk dibîne jî, Çîn peyamê dide ku ger hewce bike wê Taywanê ku wek eyaletek xwe dibîne bi xwe ve girêbide.
Di navbera her du welatan de nîqaşên sîxuriyê yên dualî jî hene. Antony Blinken ê ku beriya serdana xwe ya Pekînê li Washingtonê daxuyanî da, hin îfadeyên xweşbîn bi kar anî.
Blinken got ku ev rêwîtiya du rojî "divê xetên rasterast ên têkiliyê veke."
Blinken got, "Reqabeta bihêz, dîplomasiyek domdar hewce dike da ku ev yek veneguhere pevçûn an nakokiyê. Ji ber ku cîhan hêvî dike ku DYE’yê û Çîn hevkariyê bikin."
DYE’yê peyaman dide ku ew dixwaze bi Çînê re di mijarên girîng ên wekî avhewa de hevkariyê bike.