Bîlançoyên metirsîdar yên derbarê xwepêşandanên li Îranê

Rêxistina Efûya Navnetewî diyar kir ku di xwepêşandanên li Îranê ku li dijî girankirina benzînê herî kêm 208 kes hatine kuştin. Rejîma Îranê jî bi gotina “Derewên mutleq ên komên dijmin in” bersiv dabû wê.

Li gorî televîzyona dewleta Îranê berdevkê erkana Edlê Xulamhusên Îsmaîlî gotiye: “Ez bi awayekî wekirî dibêjim ku hejmarên ji aliyê komên dujmin tê dayîn derewên mutleq in.”

Îsmaîlî li axavtinê xwe zêde kiribû ku wiha dibêje: “Wana hinek nav û hejmar diyar kirine, lê hemû hejmarên çêkirîne û derew in.”

Heman rayedarê Îranê îdîa kir û got: “Di nava navên kesên ku weşandine de hinek hene ku hê jî dijîn û henek ji wan jî ew kes in ku bi awayekî xwezayî mirin e hene.”

Beriya wê daxuyaniyê de Rêxistina Efûya Navnetewî derbarê xwepêşandanên li Îranê ku di niviya meha Mijdarê ji ber giraniya benzînê destpêkiribûn de bîlançoyekî nû belav kir. Li gorî Rêxistina Efûyê herî kêm 208 kes mirin. Rêxistinê diyar kiribû ku ev agahiyane ji çavkaniyên cihê baweriyê bi dest xistine û hejmarên rast hîn zêdetir e.

Rêxistina Efûyê di daxuyaniya beriya ya 29’ê Mijdarê dabûyî de dabû zanîn ku 161 kes hatine kuştin.

Rayedarên Îranê jî diyar dikin ku 4 endamên hêzên ewlekariyê û tenê 5 xwepêşander mirine.

ÎDÎAYA 750 KUŞTİYAN

Li gorî çavkaniyên hêzên dijberê Îranê di çalakiyên ku 15’ê Mijdarê piştî sê qat girankirina benzînê destpêkir û belavî 187 bajaran bû de 750 kes mirin. Ew îdîa ya rêxistina Mucahihên Gel e ku li sûrgûnê dimînin. Heman çavkaniyan lîsteya navê 222 kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî belav kirin e.