Bîlançoya xwepêşandanên li Xezayê giran dibe

Di êrîşa li dijî xwepêşandanên li  herêma sînor ya di navbera Xeza û Îsraîlê de 4 Fîlîstiniyan jiyana xwe ji dest dan û hate ragihandin zêdetirî 600 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rêveberiya tenduristiyê ya Fîlîstinê, di xwepêşandanên li Şerîda Xezzayê ya herêma sînor de, di şerê bi leşkerên Îsraîlê re bîlanço her ku diçe girantir dibe.

Li gorî vê di şerê duh de qasî hate tespîtkirin 4 Fîlîstiniyan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber mudaxelaya tund a leşkerên Îsraîlê jî zêdetirî 600 kes birîndar bûn.

Diyar bû ku di nava kesên birîndar bûyîn de wênegirê ajansa nûçeya a Fransayê AFP’ê jî heye û herî kêm laşê 100 birîndaran jî şewitiye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 10 hezar Fîlîstiniyên ku dixwestin xeta sînor a di navbera herdu welatan de derbas bikin hatine belavkirin. Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku  çalakger li ser xeta sînor lastîk şewitandin û bi keviran êrîşî leşkeran kirine.

Di dawiya meha Adarê de di xwepêşandanên bi navê ‘mafê paşve vegerê’ û ‘meşa mezin a vegera paş’ heta niha zêdetirî 120 Fîlîstiniyan jiyana xwe ji dest dan. Roja 14’ê Gulanê ango roja salvegera damezirandina Îsraîlê û di heman demê de DYA sefaretxaneya xwe derbasî Qudisê kir û ji ber vê di çalakiyên mezin yên 2 rojan de zêdetirî 60 Fîlîstiniyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji sala 1948’an ango avakirina Îsraîlê heta niha zêdetirî 700 hezar Filîstinî di rewşa koçberiyê de ne. 2 mîlyon Fîlîstiniyên ku li Şerîda Xezayê dijî 2 ji 3’yan ji van koçber û zarokên wan pêk tê.