Bîlançoya li peravên Yewnanîstanê giran bû: Nêzî 80 kes koçber jiyana xwe ji dest dan

Li nêzî nîvgirava Peloponez a Yewnanistanê keştiyeke koçberan binav bû. Hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştine nêzî 80'ê kesan.

Yekîneyên ewlehiya peravê ragihandin ku keştî di avên navnetweyî de binav bûye û 78 kes jî di avê de xeniqîne.

Hate diyarkirin ku giştî 104 kes hatine rizgarkirin û ew birine bajarê Kalamantayê. 4 ji van jî birine nexweşxaneyê.

Nehate diyarkirin ku dema keştî binav bû çend kes tê de hebûn.

Çavkaniyên Wezareya Koçberan qala bi sedan kesan dikin.

Yekîneyên ewlehiya peravê ragihandin ku di dema operasyona rizgarkirinê de wan dîtine ku di keştiyê de tu kes êlekê rizgarkirinê nekirine li ber xwe.

Nehate diyarkirin ku koçber hemwelatiyê kîjan welatan in.

Lê li gorî agahiyên destpêkê, keştiya koçberan ji Lîbyayê ber bi Îtalyeyê ve diçû.