Bîlançoya lehiya li Kolombiyayê giran dibe
Li Kolombiyayê, bîlançoya lehî û şemitîna erd ku ji ber barana zêde rû da, roj bi roj giran dibe.
Li Kolombiyayê, bîlançoya lehî û şemitîna erd ku ji ber barana zêde rû da, roj bi roj giran dibe.
Piştî ku çemê Mocoa bilind bû, bajarê bi heman navî yê ji 40 hezar kesî, li ber avê ket. Hat ragihandin, ji ber vê karesatê herî kêm 262 kes mirin e.
Li gorî rayedarên Xaça Sor ên li herêmê dixebitin, ji ber çiravê zêdeyî 200 kes birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên hin nexweşxaneyan, hejmara birîndaran zêdeyî 300 kes e.
Xaça Sor ragihand, herî kêm 220 kes jî winda ne.
Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos, ku çû Mocoayê, xwest ekîbên sivîl ên rizgarkirinê û hêzên yekîneyên artêşê bi hev re bixebitin.
Roja Şemiyê, ji ber barana zêde çemê Mocoa bilind bûbû û gelek avahî ji ber şemitîna erd hilweşiya bûn.
Ji ber bilindbûna vî şemî li welatên Perû û Ekvatorê jî bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan.