Bîlançoya giran a xwepêşandanên li Iraqê

Li Iraqê bi hefteyan e li dijî hikumetê xwepêşandan tê kirin û bîlançoya van xwepêşandanan giran dibe. Di xwepêşandanan de bi sedan kes hatin kuştin û nêzî 6 milyar dolar xisar çêbûye.

Bexda ya ku paytexta Iraqê jî tê de li bajarên Kerbela, Necef, Zîkkar, Basra, Mûssena, Mîssan, Dîvaniyê û Nasiriyê yên ku Erebên Şîî lê dijîn, ev çend hefte ne, li dijî hikumetê xwepêşandan tê kirin.

Li gorî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Iraqê ji 1’ê Cotmehê heta niha 319 xwepêşander hatine kuştin û nêzî 15 hezar kes jî birîndar bûne.

Li gorî hin sazî û rêxistinên medya û çapemeniyê jî bîlançoya rastîn gelekî zêde ye.

HALEF: XISARA WÊ YA LI ABORIYÊ 6 MILYAR DOLAR DERBAS KIR

Tûggeneral Abdulkerîm Halef ê ku Berdevkê Leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê ye diyar kir ku di van xwepêşandanan de xisara li aboriyê 6 milyar dolar derbas kiriye.

Halef diyar kir ku xwepêşander şîrketên petrolê dikin hedef û got ku “Lengergeha Umm Kasr a li Basrayê êrîşî şîrketên petrolê tê kirin, em ê destûrê nedin vî tiştî. Ji ber ku ev der ji bo gelê Iraqê deriyekî girîng ê gumrukê ye û ji ber xwepêşandanan bi sedan wesayîtên nakliyeyê nikarin karê xwe bikin.”

Halef diyar kir ku xwepêşanderên ku molotofkokteyl avêtine hêzên ewlekariyê hatine destgîrkirin.