Bîlançoya êrîşa Pakistanê ya li Îranê giran bû

Hate ragihandin, hejmara kesên di êrîşa Pakistanê de ya li ser eyaleta Sistan-Belûcistanê ya Îranê jiyana xwe ji dest dane, bûye 9 kes.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Îrnayê, ku agahiyên xwe dispêre alîkarê waliyê eyaleta Sistan-Belûcistanê Alîreza Marhamatî, bîlançoya êrîşa Pakistanê giran bû.

Marhamatî got, "Di êrîşa bi fuzeyê de ku li ser gundekî li sînor hate kirin 2 mêrên din jî mirin. Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bû 9 kes."

Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandin ku 4 zarok û 3 jinan jiyana xwe ji dest dane.

Piştî êrîşa Îranê ya li ser Pakistanê bi du rojan, Pakistanê bi heman hincetan li eyaleta Sistan-Belûcistanê xist.

Pakistan îdîa dike ku li 'stargeha terorîstan' xistiye.

Îranê jî roja Sêşemê êrîşek bi heman îdîayê pêk anî bû. Di êrîşê de ku hate gotin li dijî Ceyş El Adl hatiye kirin, li gorî rayedarên Pakistanê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî medya dewletê, piştî êrîşa Pakistanê rayedarên Îranî bang li nûnerê Pakistanê kirin.

Beriya bi rojekê jî Pakistanê Sefîrê Bilind ê li Tehranê vekişandibû.