Bîlançoya erdheja li Meksîkayê giran dibe
Bîlançoya erdheja bi pileya 8,2 ku duh saetên şevê de li Meksîkayê pêk hat, her ku diçe giran dibe, herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Bîlançoya erdheja bi pileya 8,2 ku duh saetên şevê de li Meksîkayê pêk hat, her ku diçe giran dibe, herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Erdheja ku li Okyanûsa Pasîfîk a başûrê welatê baregeha navendê pêk hat, li gelek herêmên welat hate hîskirin, tenê li eyaleta Oaxcayê 23 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Chîapasê 7, li Tabasco yê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Piştî erdehjê û şûnde tevî hişyariyên Navenda Hişyarî ya Pasîfîk a Lêhiyê jî, hat diyarkirin ku pêlên lêhiyê ‘Xeteriyên mezin pêk nehatin’.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin, hat diyarkirin ku ev erdhej, erdehja herî bihêz a nava sed salên dawî ya welat e.
Li Meksîkayê sala 1985’an, erdeha bi pilaeya 8,1 ku paytext Meksîko di rêjeyeke mezin de hilweşand, di erdheja din de jî nêzî 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Fikar hene ku bîlançoya erdheja ku duh li Pasîfîk a başûrê welat pêk hatî de zêde bibin.