Bîlançoya aboriyê ya çalakiyên Êlek Zeran giran dibe

Çalakiyên Êlek Zeran ku 17'ê Mijdarê li Fransayê dest pê kir û ji ber betlaneyên Noel û Sersalê hinekî sekinîn, tê gotin ku rê li ber zerareke ji milyaran euroyî vekiriye.

Çalakiyên Êlek Zeran bi nerazîbûna li dijî baca sotemeniyê dest pê kir, veguherî çalakiyên parastina mafên xespkirî yên mirovên xwedî hatineya kêm û navîn. Heta niha bi sed hezaran kes tevlî çalakiyan bûn.

Xwepêşandan 6 hefteyan her roja Şemiyê bi beşdariya bi sed hezaran kesî li gelemperiya Fransayê pêk hat. Di xwepêşandanan de şer derket û li sedan bajar û bajarokî karên şîrketên bazirganiyê asteng kir. Ji destpêka çalakiyan ve li sedan cihî Êlek Zeran bi şev û roj nobed girtin.

Maliyeta çalakiyên Êlek Zeran li ser aboriya Fransayê jî zelal dibe. Li sedan bajar û bajarokî, tûrîstên xwe ji çalakiyan vedigirtin, tevlî bazarên Noelê nebûn. Tê gotin ku vê yekê jî qezenca cîro kêm kiriye.

Li gorî Wezareta Aboriyê, windahiya kargehan ji ber çalakiyan herî kêm 2 milyar euro ye. Ev yek jî tê wê wateyê ku di çaryeka dawî ya salê de mezinbûna aboriyê wê herî kêm bi 0,1 pûanî kêm bibe.

Tê gotin, karsazan ji ber çalakiyan berê 43 hezar karkerî dane alîkariya bêkariyê. Li gorî agahiyan, dewlet wê ji bo xebatkarên ji ber sedemên aboriyê derbasî sîgorta bêkariyê bûne, herî kêm 28 milyon euroyî bide.