Biden: Îsraîl wê di Remezanê de operasyonên xwe bide sekinandin

Serokê DYE'yê Joe Biden roja Duşemê di daxuyaniyekê de got ku Îsraîl wê di tevahiya meha Remezanê de weke parçeyeke agirbestê operasyonên xwe yên leşkerî yên li Şerîda Xezeyê yên li ser Hamasê bide sekinandin.

Ev daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di dema hevdîtînên ku li ser lihevkirina serbestberdana rehîneyên di destê Hamasê de hatin dayîn. Meha Remezanê wê di 10’ê Adarê de dest pê bike.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres di destpêka 55’emîn Konseya Mafên Mirovan de ku li Cenevreyê hate lidarxistin ji Konseya Ewlekariyê ya NY’yê re banga lezgîn a rawestandina şerî kir û Antonîo got ku tevî van hemû bangan Konseyê tu tedbîr negirtine û vê yekê ew xemgîn kiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşên şeva Duşemê de 92 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û  ji 7’ê Cotmehê heya niha li Şerîda Xezeyê 29 hezar û 692 kesan jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan zarok in.

PÊKAN E KU HEYA 4’Ê ADARÊ AGIRBESTEK WERE KIRIN

Joe Biden di daxuyaniya xwe de çakbîniya xwe anî ziman û qala îhtimala agirbesteke heya roja Duşema 4’ê Adarê kir.

Welatên navbeynkar yên weke Qeter, Misir û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî bi armanca agirbesteke di navbera Îsraîl û Hamasê de hewl didin lihevkirinekê pêk bînin.

Lê belê Îsraîl di vê navbera sekinînê  de serbestberdana hemû rehîneyan dike. Hamas jî banga agirbesteke tam, vekişîna leşkerên Îsraîlê ji Şerîda Xezeyê û bidawîkirina dorpêça  Îsraîlê dike.

GEFA OPERASYONA LI SER BAJARÊ REFAHÊ

Her wiha gefa operasyona li ser Refahê berdewam dike û  Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî  derbarê êrîşa mezin a li ser herêma Refahê de ku ji hêla rayedarên Îsraîlî ve hate ragihandin hişyarî da û got: ‘’ Ev êrîş wê tenê ji bo zêdetirî milyonek sivîlên Filistînî yên ku li wir dijîn nebe felaketek, di heman demê  wê dawiya bernameyên me yên alikariyê jî bîne.

Guterresî got, ‘’Nabe ku kiryarên Hamasê yên li ser sivîlan yên weke kuştin, birîndarkirin, êşkencekirin, revandin û şîdeta zayendî yan jî roket avêtina li ser Îsraîlê werin qebûlkirin.’’

Guterresî wiha lê zêde kir: ‘’Û cezakirina komî ya gelê Filistînê jî nayê qebûlkirin.’’

Guterresî di daxuyaniya xwe de banga xwe ya ji bo agirbesteke mirovî û bê şert û merc serbestberdana hemû rehîneyan  dubare kir.

Pêşiya van daxuyaniyên Guterresî, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû roja Yekşemê gotibû ku bi mebesta ‘sekeftineke tam’ Îsraîl wê êrîşeke berfireh li ser Refahê pêk bîne.  Li gorî Netanyahu, agirbesta muhtemel a ku niha li Dohayê tê nîqaşkirin, bes wê van yekan dereng bixîne.