Bi trilyon dolaran bi qaçaxî pere hatiye şandin

Konsorsiyûma Rojnamegerên Lêkolîner a Navneteweyî (ICI) diyar kir ku Deûstche Bank jî di nav de gelek saziyên fînansê bi qaçaxî bi trilyon dolaran pere şandine.

Di bin banê ICI’yê de 88 welat û 110 saziyên medyayê tevlî vê lêkolîna bi navê ‘FînCEN-Fîles’ê bûn. Li gorî belgeyên di lêkolînê de hatiye bidestxistin  kesên bi qaçaxî dixwazin pereyan bişînin, kartêlên tiryakê û siyasetmedarên gendeliyê dikin bi hêsanî xwe digihînin piyaseyên fînansê.

Hate diyarkirin ku Deûsche Bank, JP Morgan û HSBC jî tevlî şandina pereyan a bi qaçaxî bûne. Li Elmanyayê di wê kêlîkê de li DYE jî di nava 30 rojan de divê hesabên şîrketan û karên malî yên bi guman ji rayedaran re were ragihandin. Lê derket holê ku hin banka van agahiyan dereng radigîhin an jî bi salan vedişêrin.

Derket holê ku saziyeke girêdayî Deûsche Bank li Moskovayê ji bo şandina pereyên ji bo komên krîmînal gelek alîkar bûye. Tê diyarkirin ku pismamê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Îgor Pûtîn jî heye.

Li gorî belgeyên FînCEN-Fîlesê HSBC jî ligel ku 1,9 milyar dolar cezayê pere lê hatibû birîn jî, derfet daye komên krîmînal û kartêlên tiryakê da ku karibin pereyan ji hev re bişînin.

Tê diyarkirin di navbera salên 2000-2017’an de nêzî 2100 cara karên şandine pereyên bi qaçaxî çêbûye û ev mîktar jî bi qasî 2 trilyon dolaran e.