Bi hezaran welatiyên Tirkiyeyê xwe li Elmanyayê girtin

Li gorî daneyên Daîreya Koçberiya Federal û Penaberan a Elmanyayê (BAMF), meha bihurî di nava welatan de, welatiyên ku ji Tirkiyê bûne penaber ketin rêza sêyemîn.

Di meha Îlonê de penaberên ku xwe li Elmanyayê girtin, bi 3 hezar û 110 kesan welatiyên Sûriyê ketin rêza pêşî, ji Iraqê hezar 864’an xwe li Elmanya girtin. Her wiha piştî Iraqiyan, penaberên herî zêde yên ku di Îlonê xwe li Elmanyayê girtin, welatiyên Tirkiyeyê ne.

Di meha Îlonê de hezar û 16 kes ji Tirkiyeyê xwe li Elmanya girtin. Ji 1'ê Çile ve ji Tirkiyê yên ku serî li penaberiyê dane bûn 5 hezar û 447. Bi vî rengî jî piştî Sûriye, Iraq, Afganîstan, Erître û Îranê Tirkiye bû welatê 6’an ku herî pir welatiyên wê serlêdana penaberiyê kirine.

Hejmara penaberên ku ji Sûriyê hatine 35 hezar û 323, ji Iraqê jî yê ku ketin Elmanya 15 hezar û 425 kes. Ji 1'ê Çile û vir ve bi giştî 139 hezar û 635 kesî xwe li Elmanya girtiye, heta dawiya salê tê texmînkirin ku di bin 200 hezar kesî de bimîne ev hejmar, ku hedefa partiyên yekîtiya Xiristiyan a li ser kar wiha ye.

Li gorî daneyên BAMF’ê meha Îlonê 14 hezar û 688 kesî xwe li Elmanya girtiye, bi giştî meha bihurî 35 hezar kesî serî li penaberiyê daye.

Li gorî 2016'an heta Tebaxê hejmara serlêdanên ku lê nehatine nerîn 576 hezar bûne, îsal heta Tebaxê ev bûye 114 hezar, dawiya meha Îlonê jî ev heta bi 99 hezaran kêm bûye.

Her wiha li gorî daneyê Wezareta Karên Derve, di 6 mehên pêşî yên vê salê de di nav çarçoweya yekkirina malbatê de 60 hezar kesî serî lê daye. Di 6 mehên pêşî yên par de ji yekkrina malbatê 70 hezar serlêdan hebûne û 2016’an ev nêzî 100 hezarî bûye.