Bi hezaran penaber li stargehên demî dijîn
15 hezar penaber li Elmanyayê li stargehên lezgîn ên demî dijîn.
15 hezar penaber li Elmanyayê li stargehên lezgîn ên demî dijîn.
Li Elmanyayê, ku di nava 2 salên dawî de 1,2 mîlyon penaberan xwe lê girtin, herî kêm 15 hezar penaber neçar man e li stargehên lezgîn bijîn. Ev pirsgirêk herî zêde li paytext Berlînê heye.
Li gorî encamên lêkolîna kovara Der Spîegelê, ku li 16 eyaletan kir, bi qasî 15 hezar penaberên li Elmanyayê hê jî bi rengekî komî li stargehên lezgîn ên demî dimînin. 13 hezar û 400 ji van penaberan, li paytext Berlînê dimînin. Li gorî lêkolînê, 2 hezar û 100 ji van penaberên li Berlînê, li salonên sporê di nava hev de dijîn.
Li eyaleta Nordrheîn Westfalenê 1.600 û li Hambûrgê jî 600 penabern di nava heman şert û mercan de dijîn.
Hatibû ragihandin, ku di sala 2015'an de 890 hezar, di sala 2016'an de jî 280 hezar penaber hatin Elmanyayê. Par jî 80 hezar penaberan bi 'dilxwazî' Elmanya terikandin. Tê gotin, alîkariya malî ya ji bo vegerê, ku rayedarên Elman kirin, bandor li ser biryara vegerê kiriye. Tê texmînkirin, hejmara penaberên mafê penaberiyê jê re nehatiye dayîn û biryara dersînorkirina wan heye, 485 hezar e.