NÛ BÛ

Bi fuzeyan li rêveberên Mihafizên Şoreşa Îranê hate xistin - NÛ BÛ

Di êrîşa fuzeyî de ku hat diyarkirin ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, li Şamê bînayeke 4 qatî hate hedefgirtin û reveberên Mihafizên Şoreşa Îranê hatine kuştin.

Li paytexta Sûriyeyê Şamê li Taxa Mezzeyê bînayeke 4 qatî bi fuzeyê hate hedefgirtin. Ajansa fermî a Sûriyeyê SANA, derbarê êrîşa ku Îsraîl weke berpirsyar tê girtin de agahiyên berfireh parve nekir.

Essam El Emîn ê Serokê nexweşxaneya El Mowasat a li Şamê derbarê êrîşê de agahî dan kanala El Watan Online’yê û anî ziman ku piştî êrîşê 3 birîndar anîne nexweşxaneyê ku yek ji wan jin e.

Li gorî çavkaniyek ewlehiyê ku ji Reûtersê re axivî û got: ‘’Bînaya ku hatiye hedefgirtin ji aliyê şêwirmendên Îranî ve dihat bikaranîn ku ew alîgirên hikûmeta Beşar Esedî ne. Di êrîşê de, endamekî Mihafizên Şoreşa Îranê hatiye kuştin û yên din jî birîndar bûne.’’

Ajansa Mehr a Îranê jî da zanîn ku di êrîşê de 2 şêwirmendên payebilind ên Îranê hatine kuştin.

Ji Îsraîlê heya niha derbarê vê bûyerê de ti daxuyanî nehatine dayîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)  diyar kir di bînaya ku serokên alîgirên Îranê lê civîyane de, 5 kes hatine kuştin.

Li gorî medyaya Sûriyeyê jî 1 jê payebilind 4 rêveberên Îranî hatine kuştin. Hate ragihandin ku di êrîşê de berpirsê bi navê Hacî Sadiq Ûmîdzade hatiye kuştin, ku berpirsyarê xebatên îstixbaratê yên Mihafizên Şoreşa Îranê ye.

Hate ragihandin ku kesê din jî yê hatiye kuştin fermandarê Haşdî Şebîyê yê bi navê Ebû Muntezer e.