Bi deh hezaran kesî li Stockholmê DAIŞ protesto kirin
Êrîşa ku roja Înê li Stockholmê pêkhatî û bûyî sedema mirina 4 kesan, li Qada Sergel bi tevlîbûna deh hezaran kesî hat şermezarkirin.
Êrîşa ku roja Înê li Stockholmê pêkhatî û bûyî sedema mirina 4 kesan, li Qada Sergel bi tevlîbûna deh hezaran kesî hat şermezarkirin.
Gel di saetên sibê deli pêş avahiya ku êrîş lê pêk hat, kombûn, gul danîn li ser wesayîta polîsan û mûm pêxistin.
Di derdora seat 14:00'an de li Qada Sergel a nêzî cihê bûyerê bi deh hezaran kes kombûn û êrîşa DAIŞ'ê protesto kirin.
Girseya gel li ber stranên Hunermend Srah Dwan Finer û Miriam Bryant destê hev girtin û bihevre stran gotin. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê peyamên yekitî, piştgirî û tekoşînê hat dayîn. Li qada êrîş pêk hatî gul hatin danîn û mûm hatin pêxistin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Stockholmê jî bi pankarta ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê şermezar dikin rakirin, tevlî çalakiyê bû.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Swedê bi daxuyaniyekî nivîskî, êrîşa ku bûyî sedema mirina 4 kesan şermezar kir. Di daxuyaniyê de ku ji Medyaya Swedê re hatî şandin e wiha tê gotin:"Gelê Kurd gelek êrîşên hovan e li ser hatin kirin û gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Em êrîşê şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo welatiyên ku di êrîşê de birîndar bûne û ziyan dîtin re nîşan dikin.
Nasnameya kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dayîn eşkere bû. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane 2 kes welatiyê Swedê, Kesek welatiyê Îngîltere û kesek ji welatiyê Belçîkayê ye.
Polîsan beriya çalakiyê, bi daxuyaniyekî çapemeniyê di derbarê êrîşê de agahiyên ku bi dest xistine parvekir.