Beriya serdana Erdogan çalakiyên protestoyê didomin
Beriya ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan biçe Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan çalakiyên protestoyê li dar dixin.
Beriya ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan biçe Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan çalakiyên protestoyê li dar dixin.
Li gelek bajarên Elmanyayê beriya serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Mannheîmê hatin ba hev û hatina Erdogan protesto kirin. Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî serdana Erdogan a Elmanyayê û polîtîkaya Elmanyayê hate nîşandan. Di çalakiyê de slogana ‘Merkel fînanse dike, Erdogan bomberdûman dike’ hate berzkirin.
NURNBERG
Li qada Nurnberg Weîber Tûrmê jî Kurdistanî û dostên wan nerazîbûn nîşanî hatina Erdogan a Elmanyayê dan. Rêxistinên şoreşger û demokrat ên Elmanyayê jî tevlî çalakiya protestokirinê bûn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku Elmanya çekan difiroşe Tirkiyeyê û para wê di dagirkirina Efrînê de heye.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê jî li qada Marschalê kon hate vedan. Elmanên ku hatin serdana kon, nerazîbûn nîşanî hatina Erdogan dan. Hemwelatiyên Elman diyar kirin ku ji ber rewşa Tirkiyeyê ew naxwazin biçin Tirkiyeyê.
Çalakî bi banga çalakiya di roja Şemiyê de hate bidawîkirin.