Bêkariya li Herêma Euro ji sala 2009'an û vir ve di asta herî kêm de ye
Danîmarka û Lîtvanya ne di navê de, rêjeya bêkariyê li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) kêm bû. Li Herêma Euro, ji Gulana 2009'an û vir ve bêkarî di asta herî kêm de ye.
Danîmarka û Lîtvanya ne di navê de, rêjeya bêkariyê li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) kêm bû. Li Herêma Euro, ji Gulana 2009'an û vir ve bêkarî di asta herî kêm de ye.
Li gorî daneyên ji aliyê saziya statîstîkan a YE Eurostatê, li gorî encamên dawiya meha Sibatê, rêjeya bêkariyê ya li 28 welatên endam, ji sedî 8 e. Rêjeya bêkariyê, li gorî Sibata 2016'an li 26 welatan kêm bû. Tenê li Danîmarka û Lîtvanyayê zêde bû.
Li Herêma Euro, ku 19 welat di nav de ne, rêjeya bêkariyê ji sedî 9,5 e. Ev yek rêjeya herî kêm a ji sala 2009'an û vir ve ye.
Bêkariya li Çekya û Elmanyayê bi rêjeya ji sedî 3,4 heta ji sedî 3,9'an di asta herî nizm de ye. Li Yewnanîstanê ji sedî 23.1 û li Spanyayê jî ji sedî 18 ye.