BCE'yê ji bo Herêmên Euro hişyariya krîza darayî da

Tê diyarkirin krîza Covîd-19'ê li nav Yekîtiya Ewropayê (YE) herî pir wê li hin welatên li nav Herêma Euro bide. Dibe ku gelek welat bikevin rewşeke wiha ku nikaribin deynên xwe bidin.

Benqeya Navendî ya Ewropayê (BCE) diyar kir krîza aborî li Herêma Euro kanên darayî yên gelek welatan bêhtir nazik kiriye û wê asta deyndarbûnê zêdetir bike.

Li gorî BCE'yê di sektora benqekariyê de wê zehmetiyên giran bîne.

BCE'yê diyar kir maliyeta krîza aborî wê li demeke dirêj berbelav bibe, hin welatên li Herêma Euro wê dema dayinan deynan bitengijin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ji ber krîza deynan dibe ku ev welat bêgav bimînin ku ji Herêma Euro derkevin.

Li Herêma Euro, nexasim piştî 2010'an li Italya, Yewnanîstan, Spanya û Portekîzê krîzeke aborî ya domdar û darayî hebû.

Li van welatan ev çend sal bûn rewş ber bi başiyê ve diçû, pêşbînî ew e ku krîza dawî herî pir bandora xwe li ser van welatan bike.