Bazirganiya global wê bi rêjeya 18.5 ji sedî kêm bibe

Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê ragihand ku ji ber krîza tenduristiyê ya Covîd-19 bazirganiya navneteweyî wê di çaryeka duyemîn de bi rêjeya 18.5 ji sedî kêm bibe.

Midûrê Giştî yê rêxistinê Roberto Azevedo daxuyaniyek da û diyar kir, "Kêmbûna bazirganiya heyî di asteke ku neheta niha nehatiye dîtin de ye. Wê hîn kêmtir bibe."

Azevedo got, "Lê belê dîsa jî aliyekî xwe heye ku dilê mirovan pê xweş dike. Dikarîbû hîn bêhtir nebaş bûya. Agahiyeke erênî ye, lê belê divê em hewldanên xwe sist nekin."

Tê texmînkirin ku bazirganiya global di çaryeka duyemîn de bi rêjeya 18.5 ji sedî kêm bibe.

Midûrê Giştî yê rêxistinê ragihand ku ji bo di sala 2021'ê de bazirganî û hilberîn ji nû ve xurt bibe divê polîtîkayên budçeyî, pereyî û bazirganiyê bi heman rengî bidomin.