Barley: Em ê li Parlamenta Ewropayê li dijî EVP'ê rawestin

Namzeta sereke ya lîsteya Sosyal Demokrat ên Elman Katarina Barley diyar kir, wê li dijî desthilatdariya Partiya Gel a Ewropayê (EVP) têbikoşin.

Welatiyên welatên Yekîtiya Ewropayê, wê 26'ê Gulanê roja Yekşemê ji bo hilbijartina Parlamenta Ewropayê (PE) ya nû biçin ser sindoqan.

Endamên nû yên Parlamenta Ewropayê wê piştre serokê nû yê Komîsyona Ewropayê hilbijêrin. Namzetê sereke yê lîsteya Partiya Gel a Ewropayê (EVP) ku mezintirîn koma li PE'yê ye Manfred Weberr dabû xuyakirin, ji bo Serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ew namzet e.

Partiya Sosyal Demokrat a Elman ji niha ve li dijî Weber rawestiya. Namzeta sereke ya lîsteya Partiya Sosyal Demokratan Katarina Barley ji rojnameya Bild am Sonntag re axivî û diyar kir, CDU/CSU wê nikaribe koalîsyoneke mîna ya li Elmanyayê ava kirine li Parlamenta Ewropayê ava bikin.

Barley ku Wezîra Edaletê ya hikumeta bi serokwezaretiya Merkel e got, "Em; sosyal demokrat ji bo EVP li Parlamenta Ewropayê piraniya endaman bi dest nexe, bi hemû hêza xwe em ê bixebitin."

Partiya Çep a Elmanyayê jî Ozlem Alev Demîrel û Martin Schirdewan kir namzetên xwe yên sereke yên lîsteyê.