Banka Cîhanê: Aboriya Xezeyê ji sedî 80 biçûk bû

Banka Cîhanê ragihand ku aboriya Xezeyê di çaryeka çaremîn a salê de ji sedî 80 biçûk bû. Her wiha diyar kir ku ji bo zarok karibin perwerdeya xwe dewam bikin wê 30 milyon dolar bê dayin.

Banka Cîhanê li gorî pêştexmînên Buroya Statîstîkan a Navendî ya Fîlîstînê daxuyaniyek da û diyar kir ku aboriya Xezeyê ji sedî 80 biçûk bûye û ji 670 milyon dolarî daketiye 90 milyon dolarî.

Banka Cîhanê diyar kir ku asta hilweşînê û xisara li hebûneyên mayinde di asta felaketê de ye.

Banka Cîhanê ragihand ku tevî bandora hilweşîner a mirovî, 'hemû karên aborî yên li Xezeyê gihîştine ber rawestînê."

ŞÊNIYÊN XEZEYÊ WÊ DI NAVA XIZANIYÊ DE BIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi destpêkirina şer re aboriya Fîlîstînê kete nava şoqa herî giran a dîroka aboriya xwe ya nêz" û hate ragihandin ku temamiya şêniyên Xezeyê wê ji bo demeke kurt di nava xizaniyê de bimînin.

Banka Cîhanê ji bo dewamkirina perwerdeya zarokan jî ragihand ku wê 30 milyon dolar bê dayin.