Balafirek şer li Pakistanê ket û pîlot mir
Li Îslamabad a paytexta Pakistanê balafirek şer a F-16 ket û pîlotê wê mir.
Li Îslamabad a paytexta Pakistanê balafirek şer a F-16 ket û pîlotê wê mir.
Hêzên Hewayî yên Pakistanê dan diyarkirin ku li Îslamabadê balefirek şer a F-16 ya ku di dema piroveyên salane yên leşkerî dikir de ket.
Li gorî daxuyaniyê pîlotê balafirê jiyana xwe ji dest da. Weke di dîmenê ku li ser tevnê civakî hatî parvekirin de tê dîtîn ku dema balafir li erdê dikeve, diteqe û dûmanek reş bilind dibe.
PAF F16 crash in training exercise#F16 #islamabad pic.twitter.com/c8HWG84Edz
— AlAmgir (@KhanzadAlAmgir) March 11, 2020
Balafirên şer yên F-16 li Pakîstanê ji parçeyek mezin yê artêşê pêk tê. Li vî welatî nêzî 50 balafirên F-16 hene.
Berê du mehan jî li rojhilatê Pencabê balafirek perwerdê ket û herdû pîlotên di balafirê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Ev bûyerên wiha li Pakistanê dem dem pêk tên. Di Tîrmeha 2019’an de ji li Rawalpîndê li cihê ku welatî lê dijiyan balefirek şer ket û 18 kesan jiyana xwe ji destdan. Di 2016’an de balafirek ya şirketa Hewayî ya Navnetewi ya Pakistanê agir pêketibû û nêzî 40 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.