Bahozên Îrma û Marîa zerareke mezin dan aboriyê

Bahozên ku par xisareke mezin li Karabîkan kirin, bû sedem ku li welatên vê herêmê yên xizan, bi deh hezaran kes bê kar bimînin.

Li gorî rapora saziya bi navê World Travel & Tourism Council, zerara ku bahozên Îrma û Marîa par meha Tebaxê dan aboriyê, gelekî zêde ye.

Li gorî raporê, li welatên biçûk ên giravan ên li Karabîkê ku çavkaniya wan a herî mezin a debarê tûrîzm e, herî kêm 741 milyon dolar hatineya tûrîzmê zerar dîtiye. Hate ragihandin ku beriya Tebaxa 2017'an, hejmara tûrîstên sala 2016'an hatin Karabîkê 47 milyon bûn.

Di dewama raporê de hate ragihandin ku hatineya ji tûrîzmê li gelemperiya cîhanê 10 ji sedî yê hatineyên milî ye û hat destnîşankirin ku ev rêje li Karabîkan 25 ji sedî ye. Li Giravên Vîrjîn ên Brîtanyayê jî ev rêje 98 ji sedî ye.