Awûstûryayê xwest destnedana dîplomatê Îranî bê rakirin

Awûstûryayê xwest, mafê destnedanê yê dîplomatê Îranî bê rakirin ku bi hinceta tevlî plana li dijî mûxalîfên Îranî bûye hatiye destgîrkirin.

Wezareta Karên Derve ya Awûstûryayê ragihand ku ji bo rakirina mafê destnedana dîplomatê Îranî yê li Elmanyayê hate destgîrkirin wan daxwaz li Tehranê kirine.

Hate gotin, Wezareta Karên Derve ya Awûstûryayê bi vê armancê bang li Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Awûstûryayê kiriye.

Rayedarên Belçîkayê roja Duşemê daxuyaniyek dan û diyar kirin, du kesên ku di nava plana êrîşê de cih digirin hatine destgîrkirin. Li wesayita van hevjînên Îranî bi 500 gramî madeyên teqemeniyê hatibûn dîtin. Hevjînên Îranî tên sûcdarkirin ku ji bo êrîşê bibin ser kongreya salane ya Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê ku baskê siyasî yê koma mûxalîf a Mucahîtên Gel e, plan kirine. Her du kes hatin girtin.

Hate ragihadin ku li Elmanyayê jî dîplomatkî Îranî bi hinceta ku pêwendiya xwe bi projeya êrîşê re heye, hatiye destgîrkirin. Di çarçoveya heman dosyayê de li Fransayê jî sê kes hatin destgîrkirin.

Rêveberiya Tehranê bal kişand ser gera Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ya li Ewropayê û diyar kir ku îdîayên tên kirin, bi zanebûn ketine rojevê. Kesayetên nêzî Serokê DYA Donald Trûmp jî di nav de gelek kes tevlî kongreya Mucahîtên Gel bûbûn.

Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê diyar kir ku kesê li Elmanyayê hatiye destgîrkirin dîplomatê Îranî yê bi navê Esadûllah Esadî ye. Konseyê îdîa kir, Esadî ew kes e ku projeya êrîşê plan kiriye û fermana wê daye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Awûstûryayê, Esadî li Sefaretxaneya Bilind a Îranê di asta şêwirmendê sêyemîn de ye.

Îranê berê li Ewropayê gelek êrîşên giran kiribû. Êrîşên li dijî rêveberên Kurdan ji êrîşên sereke yên rejîma Îranê bûn.

13'ê Tîrmeha 1989'an li Viyanayê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê Dr. Abdûrrahman Qasimlo û du hevalên wî hatibûn kuştin. Sekreterê Giştî yê PDK-Îran Dr. Sadiq Şerefkendî û 3 hevalên wî jî 17'ê Îlona 1992'an li Berlînê ji aliyê komandoyên kuştinê yên îstîxbarata Îranê ve hatibûn kuştin.