Aştiya li Kolombiyayê: 581 endamên FARC'ê hatin berdan

Li Kolombiyayê, di çarçoveya peymanan aştiyê de 581 endamên FARC'ê hatin berdan. Tevî endamên FARC'ê, 72 leşkerên artêşa Kolombiyayê jî hatin berdan.

Li Kolombiyayê, bi qanûna efûyê re ku di çarçoveya peymana aştiyê ya navbera hikumetê û FARC'ê de hate derxistin, 581 endamên FARC'ê hatin berdan.

Gerîlayê bi nasnav Robînson jî di nav de, ku 23 sal in girtî ye, 350 kes hatin berdan. Di nava yên hatine berdan de 231 endamên FARC'ê yên tevlî çalakiyan nebûne jî hene. Fermandarê FARC'ê ku bi navê Enrîqûe Gafas Sûarez tê naskirin, piştî 9 salên girtî hate berdan.

Ji endametiya FARC'ê 3 hezar 119 kes girtî ne. Li gorî rojnameya EL Espectador, FARC'ê weke gava destpêkê ji bo berdana 1.732 endamên xwe serlêdan kir.